Sûdanî ferman da hemû wezaretan: Rêkeftina siyasî ya Hewlêr û Bexdayê bicih bînin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî, li ser rêkeftina siyasî ya navbera hikûmetên Kurdistan û Iraqê nivîsek ji hemû wezaretên kabîneya xwe re şand û teqez kir, wê rêkeftin were bicihkirin.
Li gor nîvîsa fermî ku Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye û îmzeya emîndarê giştî yê encûmena wezîrên federal Dr. Hemîn Elxizî li ser e û ji hemû wezaretan re hatiye şandin, hatiye balkişandin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di civîna encûmena wezîran a roja 13.12.2022yê de daxwaz kiriye, li gorî rêkeftinê hemahengiyê di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, bi taybet jî ew dosya û biryarên ku taybet in bi Herêma Kurdistanê ve, ew jî di xala 20em a karnameya wezaretê ya hikûmeta Sûdanî de ku temamê kutleyên siyasî li ser rêkeftine û li parlamentoyê jî deng li ser hatiye dayîn.
Di nivîsê de daxwaz ji hemû aliyan hatiye kirin ku li gor taybetmendiyên xwe fermana serokwezîrê Iraqê bicih bînin.
Di xala 20em a karnameya hikûmeta Sûdanî de, saziyên fermî yên Iraqê pêbend kiriye ku her biryareke derbarê Herêma Kurdistanê de tê dayîn, divê bi hemahengiya li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê be. Ev yek jî rê li wê yekê digre ku ji Bexdayê bi yekalî û di bin bandora hizra şovenî de biryar li dijî Herêma Kurdistanê bê dayîn, yan jî mafên kurdan bên kêm kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Karnameya Hikûmeta Iraqê ji du beşên sereke pêk hatiye, beşek ji wan karnameya hikûmetê ye ku zêdetir plana kar û xizmetguzariyan li xwe digre. Beşa duyem jî rêkeftina siyasî ya di navbera aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ye ku hin xalên girîng ên di berjewendiya Herêma Kurdistanê tê de hene.
Dema dengdana bawerîyê ya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de herdu beşên karnameya hikûmetê li parlamentoyê hatin pesendkirin û niha rêkeftina siyasî jî beşeke ji karnameya fermî û yasayî ya hikûmeta Iraqê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin