Sûdanî: Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirin

29 September 2024 14:31 0 dîtin
Sûdanî: Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, kuştina Hesen Nasrallah ji aliyê Îsraîlê ve şermezar kir û got ku Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirine.

Sûdanî di peyamekê de, kuştina Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasralah weke tawan pênaser kir û diyar kir û got, “Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirine”.

Sûdanî herwiha Nasrallah weke ‘şehîdê rêya rast’ bi nav kir û 3 roj şîn ragihand.

Artêşa Îsraîlê, şeva Şemiyê binkeya Hizbullaha Lubnanê li Beyrûdê bombebaran kiribû û di encamê de Hesen Nasrallah jî di nav de hejmarek fermandar û serkirdeyên Hizbullahê hatibûn kuştin.