Daxuyaniya Urdunê ya derbarê Îsraîlê de: Hemû xetên sor derbas kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen el-Safedî diyar kir, ew bi hikûmeta Îsraîlê ya ku hemû xetên sor derbas kiriye re rû bi rû mane û got, "Êrîşa Hamasê di rewşeke ku bêpar, binpêkirina mafan, binpêkirina namûsê û dagirkeriyê dewam dike de pêk hat."
Wezîrê Karên Derva Safadî derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê da daxuyanî da televîzyona fermî ya Urdunê.
Safadî destnîşan kir ku Îsraîl şerê xwe yê hovane yê li Xezzeyê didomîne û bi gotinên ku êdî tu mantiqê wê tune ye hewl dide vî şerî veşêre û wiha got, "Wê siberoja (li Filistînê) hîn xerabtir bibe. Ji ber ku em bi hikûmeteke Îsraîlî re rû bi rû ne ku hemû hêlên sor derbas dike û tu hiqûqa navneteweyî bêbandor nahêle.”
Wezîr Safadî diyar kir, Urdun ji bo eşkerekirina çîrokên derewîn ên Îsraîlê xebatên xwe didomîne, derbarê encamên neyînî yên sûcên Îsraîlê yên li Xezzeyê de hişyarî da û got, kiryarên Îsraîlê yên li Şerîeya Rojava wê bibe sedem ku rewş xerabtir bibe.
Safedî eşkere kir, Hamasê şer çênekiriye, berevajî vê pevçûnê bûye sedema hebûna Hamasê û wiha got: "Êrîşa Hamasê di rewşeke ku bêparkirin, binpêkirina mafan, binpêkirina namûsê û dagirkeriyê dewam dike de pêk hat."
Sefadî bersiva pirsa derbarê nêrîna Urdinê ya ji bo vekirina kanalên ragihandinê bi serkirdayetiya siyasî ya Hamasê re wiha got: "Em welatek in ku dizanin pêwendiya xwe çawa bidomînin û em dizanin çawa hemû deriyên ku em têkevinê wê me bigihîne armanca me û armanca me ew e ku dawî li vê nakokiyê bînin li ser bingeha razîbûna tam ji mafên gelê Filistînê. Em li gorî wê tevdigerin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin