YE: Em li benda daxuyaniya Îsraîlê ya derbarê êrîsên wê yên bi ser UNIFILê de ne
PeyamaKurd – Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ragihandin ku ew ji Îsraîlê li bendê ne ku der barê êrîşên xwe yên bi ser Hêza Aştiyê ya Demî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê (UNIFIL) de daxuyaniyeke lezgîn bide û lêpirsîneke berfireh li ser bê kirin.
Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku ew ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Hêzên Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li başûrê Lubnanê bi fikar in û ragihand ku ew li bendê ne ku daxuyaniyeke lezgîn rayedarên Îsraîlê bê dayîn ji û lêpirsîneke berfireh li ser wan bê kirin.
Wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê li Luksemburgê li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Ûkraynayê civiyan. Di destpêka hevdîtinê de wezîran der barê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Hêza Aştiyê ya Demî ya Lubnanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) de daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniya nivîskî de ya ku ji aliyê Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê YEyê Josep Borrell ê ku serokatiya civînê kir hat gotin, “YE hemû êrîşên li dijî nûnertiyên Neteweyên Yekbûyî şermezar dike. Bi taybetî der barê êrîşên artêşa Îsraîlê yên li hemberî UNIFIL li Lubnanê ya başûrê Lubnanê. Em li bendê ne ku daxuyaniyeke lezgîn û lêpirsîneke berfireh ji rayedarên îsraîlî bê der barê êrîşên wan ên li dijî UNIFILê ku di aramiya welat de bi roleke bingehîn radibe.” Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên Hîzbullahê yên bi roketan ên li ser Îsraîlê “fikareke kûr” heye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant re bi telefonê axivî. Hat ragihandin ku Austin xwest ku ji bo ewlehiya hêmanên Hêza Aştiyê ya Demî ya Lubnanê (UNIFIL) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hêzên Çekdar ên Lubnanê tedbîrên pêwîst bên girtin. Austin ji Gallant re got ku “Li şûna operasyonên leşkerî li Lubnanê, hewcedarî bi bijartina riya dîplomatîk heye ku ewlehiya sivîlan di dema herî zû de gerantî bike.” Austin dûpat kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dilsoza ewlekariya Îsraîlê ye.
UNIFILê ragihand ku di 10ê cotmehê de dema ku artêşa Îsraîlê birca çavdêriyê kir hedef, 2 aştîparêz birîndar bûn. Duh jî artêşa Îsraîlê êrîşî navendên UNIFILê yên li başûrê Lubnanê kiribû û deriyên tesîsê bi tankan îmha kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin