Wezareta Rewsenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê, lêkolîna rêzefîlma ‘Yanliz Kurt’ dike
PeyamaKurd-Hat ragihandin ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê ve li ser rêzefîlma ‘Yanliz Kurt’ ku ji aliyê kenala televîzyonê ya Tirkiyeyê ya ATVê ve hatibû weşandin, lêkolîn hatiye destpêkirin.
Di rêzefîlma bi navê ‘Yanliz Kurt’ a ku şeva 3yê Hezîranê, li ser ekranên ATVê hat weşandin de; di derbarê Herêma Kurdistanê û Kurdan de gotinên piçûkxistinê hatibûn bikaranîn. Di rêzefîlma ku tê xwestin, li Tirkiyeyê mafyatiyê rewa nîşan bide de dîmen û gotinên li dijî Kurdan hatin bikaranîn, ji aliyê parlementerên AK Partiyê ve jî rastî bertekan hat.
Li ser vê babetê, ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê ve hat eşkerekirin ku wan, di derbarê vê rêzefîlmê de lêkolînek daye destpêkirin û piştî ku ev lêkolîn bi encam bibe, ew ê bersivê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin