Rûsyayê hisyarî da Fransayê: Em ê hemûyan bikujin!
PeyamaKurd – Dûma ya baskê jêrîn ê parlamentoya Rûsyayê, li ser îhtimala ku Fransa leşkerên xwe bişîne Ukraynayê hişyarî da rêveberiya Parîsê.
Kesê duyem ê Dumaya Dewleta Rûsyayê Pyotr Tolstoy, di hevpeyvîneke ligel weşana fransî BFMTVyê de got, "Emê hemû leşkerên Fransî yên bên nav erda Ukraynayê bikujin.”
Tolstoy, herwiha îdia kir ku ji 367 leşkerên fransî yên hatibûn Ukraynayê 147ê wan jî di şerê Rûsyayê de hatine kuştin.
Li ser banga Macron a ji bo alîkariya Ukraynayê rakirina sînoran jî Tolstoy got, Rûsya guh nade daxuyanîyên bi wî rengî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin