Rûsyayê car din hisyarî da Fransayê
PeyamaKurd – Rûsyayê li ser egera şandina leşkeran bo Ukraynayê careke hişyarî da Fransayê ragihand, ev dê ji Fransayê re pirsgirêkan derxe.
Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li ser daxuyaniya çend roj berê ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron a şandina leşkerên fransî bo piştevaniya Ukraynayê got: “Eger ev di pratîkê de bên bicihanîn, ev yek wê ji Fransayê re pirsgirêkan derxe. ”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kir ku Çînê ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê heta niha plana herî maqûl a aştiyê pêşniyar kiriye.
Salek berê, Pekînê belgeyek ji 12 xalan pêşkêş kir ku prensîbên giştî yên ji bo bidawîkirina şer danîbû.
Hêjayî gotinê ye, pêşniyar wê demê hem li Rûsya û hem jî li Ukraynayê nehatibû qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin