Bahoza qûmê li Iraqê: Wezareta Tenduristiyê hisyarî da
PeyamaKurd – Bi hatina biharê re li Iraqê bahozeke qûmê pêk hat û li Iraqê ziwabûn û guherînên avhewayê hatin jiyîn.
Wezareta Tenduristiyê ji ber ku bahoza qûmê ya ku li parêzgeha Enbarê li rojavayê Iraqê destpê kir, ber bi deverên navendî yên welêt ve çû, hişyarî da.
Bahoza qûmê ya ku li parêzgeha Enbarê ket, ber bi paytexta wî welatî, Bexdayê ve, destpê kir. Midûriyeta Meteorolojiyê ya Iraqê daxuyand, bahoza qûmê ya ku bi tesîra bayê xurt derketiye, tesîra xwe li herêmên rojava, bakur û navendî yên welêt jî kiriye û da zanîn, ew bahoz wê ji sibê va li başûrê welêt jî bi bandor be.
Piştî ku bahoza qûmê ji parêzgeha Enbarê ber bi deverên din ve belav bû, Wezareta Tendirustiyê ragihand, hemû saziyên tenduristiyê ji ber metirsiya xeniqandinê haydar bûne.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê de hat ragihandin, li ser telîmata Wezîrê Tenduristiyê Salih El-Hesnewî hemû navendên tenduristiyê yên girêdayî wezaretê li dijî bûyerên xeniqandinê û bêhna tengahiyê ya ku dibe ji ber bahoza qûmê çêbibin hatin komkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin