Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê derbarê vîrusa nû ya Koronayê daxuyaniyek da

09 January 2021 17:58 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê derbarê vîrusa nû ya Koronayê daxuyaniyek da

PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê derbarê belavbûna vîrusa nû ya Koronayê hişyarî da û daxwaz kir tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Iraqê, vîrusa nû ya Koronayê li Amerîka, Ewropa, Brîtanya û çend welatên herêmê jî belav bûye û roj bi roj jî zêdetir belav dibe.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, tirsa wê heye ev vîrus derbasî Iraqê jî bibe, ji ber wê jî divê her kes hişyar be û tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwiha Wezareta Tenduristiya Iraqê bang li medya, saziyên sivîl û dezgehên ayînî kiriye, da ku hişyarkirina xelkê de rola xwe bicîh bînin.