Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Rews xirab e, nexwesxane tijî bûn
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Aso Hewêzî li ser zêdebûna hejmara pêketiyên koronayê got, rewş xirab e û ber bi metirsiyê ve diçe.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Dr. Aso Hewîzî ji K24ê re daye xuyakirin, rewşa belavbûna koronayê niha xirab e û nexweşxane careke din tijî bûne û got, sedema vê rewşê ew e, hemû cih vekirî ne û pabendbûna welatiyan bi rênimayên xweparêziyê jî kêm e.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênimayên xweparêziyê bibin, maskan bi kar bînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 17ê Adarê hejmarek rekor a pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê hatibû tomarkirin ku 541 kes bi koronayê ketibûn. Herwiha li gorî daxuyaniya dawî ya wezaretê îro 18ê Adarê jî 512 pêketinên nû hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin