Wezareta Tenduristiya Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand rewşa dawî ya nexweşiya koronayê eşkere kir.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 54 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî wefat kiriye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê ji 54 kesên bi vîrûsa koronayê ketine; 13 kes li Hewlêrê, 13 kes li Silêmaniyê, 24 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce û 3 kes jî li Germiyanê ne.
2 kesên wefat kirine jî li Duhokê ne û 417 nexweş jî bi giştî baş bûne.
Amarên giştî yên koronayê li Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 106239 kes.
Mirin: 3474 kes.
Başbûn: 99608 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin