Wezîrê Tenduristiyê: Kurdistan di lûtkeya belavbûna koronayê de ye

20 July 2020 16:52 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiyê: Kurdistan di lûtkeya belavbûna koronayê de ye

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku Herêma Kurdistanê niha di lûtkeya belavbûna vîrusa koronayê de ye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di civîneke rojnamevanî de li Germiyanê ragihand, rewş metirsîdar e û Herêma Kurdistanê di lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê de ye.

Dr. Saman Berzencî got, rêjeya mirina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê ji sedî 3.4 e û take çareserî, xwaparastina welatiyan e.

Berzencî diyar kir, pêwîst e welatî xwe hoyî rênimayên xweparastinê bikin, ta rewşa koronayê aram dibe.

Li gorî amaran heta niha 10 hezar û 851 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine, 412 kesan can daye û 5 hezar û 938 kes jî baş bûne.