Wezîrê Tenduristiyê: Pêla çarem a Koronayê û Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye

12 January 2022 14:59 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiyê: Pêla çarem a Koronayê û Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye

PeyamaKurd Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê di peyamekê de diyar dike, pêla çarem a Koronayê û vîrusa nû ya bi navê Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye.

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî di peyameke vîdeoyî de da zanîn, pêla çarem a Koronayê û vîrusa nû ya wê nexweşiyê Omîcron li Herêma Kurdistanê belav bûye.

Dr. Saman Berzencî eşkere dike, divê tedbîrên xweparastinê zêdetir bên kirin, derziyê li xwe bidin, maskê bikar bînin û ji cihên qerebalix dûr bikevin.

Wezîrê Tenduristiyê herwiha ji welatiyan xwest, eger nîşanên nexweşiyê di wan de hebin bila serdana navendên Koronayê bikin.