Wezîrê Tenduristiyê hisyarîya bilindbûna amarên koronayê da

14 February 2021 15:38 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiyê hisyarîya bilindbûna amarên koronayê da

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, îro 14ê Sibatê piştî civîna li gel şandeyeke Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî diyarbûna rewşa koronayê wê biryara pêwîst a di berjewendiya hemwelatiyan de bê standin û hişyarî da heger hemwelatî pabendî tedbîran nebin wê rewş metirsîdar be.

Berzincî derbarê sedemên zêdebêna pêketiyên vîrusa koronayê de got, vekirina dibistanan ne sedem e, taybet li Ewropa jî ew şewb hatibû kontrol kirin, lê careke din amar zêde bûn, herwiha 12 rojên borî de li Iraqê hejmara pêketinan du car hinde zêde bûye. Em jî hatûçûna li gel Iraqê dikin, ew jî sedemeke ji bo zêdebûna amaran.

Dr. Saman Berzincî diyar kir, sedema duyem a bilindbûna rêjeya pêketina vîrusa koronayê bicîhneanîna tedbîrên tenduristiyê li cihên giştî ji aliyê hemwelatiyan ve ye û ragihand, têgihîştinek heye ku xwedê giravî vîrusa korona li herêma Kurdistanê nemaye, lê wiha dê hejmar zêde bibe û amar zêde bibin û ew şewbe dê zêde bibe.