Wezîrê Tenduristiyê: “1560 kes ji ber gêjbûn û veresînê çûne nexwesxaneyên Sarezorê”

08 November 2024 15:02 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiyê: “1560 kes ji ber gêjbûn û veresînê çûne nexwesxaneyên Sarezorê”

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku 1560 kes ji ber îshal û vereşînê li nexweşxaneyên Şarezorê hatine bicihkirin.

Wezîrê Tendirustiyê Saman Barzanî îro înê (8ê mijdara 2024an) di civîneke çapemeniyê de ragihand, di 48 saetên borî de 1560 kes ji ber îshal û vereşînê li nexweşxaneyên Şarezorê hatine bicihkirin.

Saman Barzanî di daxuyaniya xwe de got, “Ekîbên wezareta me dest bi lêkolînan kir û ji bo diyarkirina cureyê bakteriyên di van 48 saetan de ku kiriye hemwelatî biçin nexweşxaneyan.”

Her weha got: “Yek ji sedeman tevlihevkirina ava qirêj bi ava vexwarinê bû li ser çemê (Bestan Sor) ku projeyên ava paqij peyda dike. Rewşa nexweşan sivik û nerm bû, rewşa wan giran tune bû, tenê zarokek bo Silêmaniyê hat veguhestin, nexweş temenên wan cuda bûn û piraniya wan çûne malên xwe. Bûyer ji ber lehiya çend rojên borî derketiye û rêjeya klorê kêm bûye, lewma em lêkolînê dikin.”