Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê: 9 mirî û 2.800 kes birîndar in
PeyamaKurd – Li ser teqandina cîhazên ku endamên Hîzbûllah a Lubnanê bikardianîn, di encamê de jî, mirî û birîndar çêbûn. Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê Firas el-Ebyad civîna çapemeniyê kir, tê de daxwuyanî da û got:
“Di encama teqandina cîhazan de, 9 kes mirin û 2.800 kes birîndar bûn ku ji birîndaran rewşa 200 kesan xedare. Bûyer ber destê êvarê çêbû. Kesên birîndar bûne ji dest û zikên xwe birîndar bûne û rewşa 200 birîndaran nebaşe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin