Wezîrê Tenduristiyê: Hikûmeta Çînê besek derziya Koronayê dide Herêma Kurdistanê

06 February 2021 14:30 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiyê: Hikûmeta Çînê besek derziya Koronayê dide Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Kurdistanê daye zanîn, Hikûmeta Çînê beşek derziya Koronayê dide Herêma Kurdistanê.

Li gor Wezîrê Tenduristiyê yê Kurdistanê Dr. Saman Berzencî diyar kiriye, Hikûmeta Çînê 5 hezar heb derziya Koronayê pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike.

Herwiha Dr. Saman Berzencî destnîşan kiriye, em ê di demek nêzîk de wan derzîyan derbasî Herêma Kurdistanê bikin. Ew beşa derziyê, têra 2500 kesan dike, ji ber ku her kesek du caran tê derzîkirin.

Wezîrê Tenduristiyê eşkere kiriye, derziya Çînî ya bi navê “Sinopharm” ji aliyê Iraqê ve hatiye pesendkirin, ji ber wê Herêma Kurdistanê jî dê bikar bîne.