Li Duhokê hejmara herî zêde ya pêketiyên rojekê hat tomarkirin

06 September 2020 14:47 0 dîtin
Li Duhokê hejmara herî zêde ya pêketiyên rojekê hat tomarkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, di 24 satên borî de, 21 kesan ji vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 574 kesên din jî pê ketine ku hejmara pêketiyên rojekê tenê li Duhokê 336 kes in.

Wezîrê Tenduristiyê piştî wergirtina hevkariyên tenduristî yên Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê ya Duhokê, li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi civîneke rojnamevanî amarên dawî yên koronayê jî eşkere kirin.

Dr. Saman Berzincî ji bo wan alîkariyên tenduristî got, beşek ji wê hevkariya bijîşkî li ser dam û dezgehên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê û beşek jî li ser penaberên di kampan de tên belavkirin.

Dr. Saman Berzincî di civîna rojnamevanî de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 574 kes bi Koronayê ketin û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir, piraniya kesên di rojekê de bi vîrûsa Koronayê ketine li parêzgeha Duhokê ne ku 336 kes li wê parêzgehê wek hilgirên Koronayê hatine tomarkirin.

Berzincî eşkere kir, heta niha li Herêma Kurdistanê 32 hezar 210 kes wek pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin, ji wan 20 hezar û 490 baş bûne û 1 hezar û 207 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê tekezî li wê yekê kir ku divê welatî pabendî rênimayên tenduristiyê û rêkarên xweparastina ji vîrûsa Koronayê bibin.