Li Hewlêrê hejmara pêketiyên Omicronê gelek zêde bûye
PeyamaKurd – Li Hewlêrê hejmara pêketiyên cûreya nû ya vîrusa Koronayê (Covid-19) Omicronê, gelek zêde bûye.
Berdevkê Tendirustiya Hewlêrê Bijar Mûsa diyar kiriye: “Li gor pişkinînan, her roj bi awayekî bilez xelk bi Omicronê dikevin, lê belê ev vîrus tenê bi beşa serê organa bêhndana mirov dikeve.”
Bijar Mûsa eşkere kir: “Rêjeya belavbûna Omicronê bilind e û zû belav dibe, loma em ji xelkê daxwaz dikin ku zêdetir pabendî rênimayan bibin. Her çiqas helmetên me yên hişyariyê berdewam in jî, mixabin xelk bi rêjeyeke nizm pabendî rênimayan dibin.”
Mûsa herwiha diyar kiriye: “Ji ber leza belavbûnê, em niha nikarin bibêjin çend kes pê ketine.”
Berdevkê Tendirustiya Hewlêrê destnîşan kiriye: “Em tekez dikin ku divê welatiyên me derziyê werbigrin, da ku di dema pêketina Koronayê de bi silamet bin, çimkî hemû pêketiyên ku rewşa tendirustiya wan nebaş e, derzî wernegirtine.”
Li ser amarên wergirtina derziyê li Hewlêrê Bijar Mûsa ragihandiye: “Heta niha 400 hezar kes li Hewlêrê du dozên derziyê wergirtine û dest bi lêdana doza sêyem ji bo kesên temenê wan 18 salî berjor e, hatiye kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin