Saredarê Nashville Cooper: Ez bi biratiya Hewlêrê gelek dilxwesim

15 December 2022 23:02 0 dîtin
Saredarê Nashville Cooper: Ez bi biratiya Hewlêrê gelek dilxwesim

PeyamaKurd – Li Amerîkayê Nashville payîtexta eyaleta Tennessee ye û piştî bajarê Memphisê bajarê duyem yê mezine. Şaredarê Nashville John Cooper ji bo tv ya Rûdawê ragihand ku ew bi biratiya bajarê Hewlêrê ya payîtexta Herêma Kurdistanê gelek dilxweşe. Cooper ragihand ku gelek girînge biratiya her dû bajaran bikin biratiyeka dîrokî û fermî. John Cooper weha got:

“Em bi danûsitendina perwerdê û çandê gelek kêfxweşin. Li Nashville 20 zanko û kolejên me hene. Em bi hebûna xwendevanên Kurd yên li vê derê kêfxweşin. Ez bi biratiya Nashville û Hewlêrê gelek xweşbînim.

Nashville, ji bo biratiya Hewlêrê heq bike ji dest çi were dike. Ev hewla me ji bo civaka Kurd ya vê derê gelek girîng e. Ji ber wê, eger vê têkiliyê bibe bi awayekî fermî gelek baş e. Ji ber tevlîbûna Kurdistanê ez minnetdarim ku dibe bajarekî baştir. Xwarinên baştir, muzîkekî baştir û çandeka baştir hevkariyeka mezin û ya baş e.

Em dixwazin bi Hewlêrê re danûsitendin û pêşdeçûn hebe. Em dixwazin li wê derê xwendevanên me hebin. Me bîstek berê vîdeoyekî Hewlêrê ya bi dîmenên wê derê temaşe kir. Ez dixwazim li Hewlêrê bêm pêşwazîkirin. Ji ber herkesê biratiya me dixwaze, dike ku em seredana wan bikin.

15 sale ku li Nashville di navbera Kurd û Amerîka de di seha karmendî û ji bo pêşdebirina wê heya danûsitendinên çandî, hevkariya me ya girîng heye. Em vê bingehê xwurt bikin.”

Ji ber Kurd li bajarê Nashville zêde ne bi taybetî Kurdên Herêma Kurdistanê lê zêde dijîn, jê re dibêjin ‘Kurdistana Biçûk.’