Saredarê Nashville: Em dikarin bi serbilindî bêjin ku Kurdistaneke me ya piçûk li Nashville heye

22 May 2023 10:32 0 dîtin
Saredarê Nashville: Em dikarin bi serbilindî bêjin ku Kurdistaneke me ya piçûk li Nashville heye

PeyamaKurd Şaredarê Nashville John Cooper got, "Em hatin vir da ku têkiliyên xwe yên bi birayên xwe yên Kurd re derbasî qonaxeke din bikin" û got, "Kurdistan hevparê sereke yê Amerîkayê ye."

Herwiha got, “Em dixwazin pêwendiyeke bihêztir li gel Hewlêrê ava bikin. Em li bendê ne ku di warê çand û bazirganiyê de zêdetir hevkarî bên kirin.”

John Cooper tekez kir ku li Nashville 25 hezar Kurd dijîn û got, “Nashville çîroka jiyana bi hev re ye, mîna jiyana bi hev re ya li Kurdistanê. Kurd ji bo me hevkarên pir baş in.”

Cooper got, "Em hatin vir da ku têkiliyên xwe yên bi birayên xwe yên Kurd re derbasî qonaxeke din bikin."

Şaredar destnîşan kir, xwarinên Kurdî li Nashville gelekî populer e û got, “Hemû xwaringeh xwarinên Kurdî kom dikin û pêşkêş dikin. Hemî xwarinên Kurdî xweş in.”

"Em dikarin bi serbilindî bêjin ku Kurdistaneke me ya piçûk li Nashville heye"

Cooper da zanîn, "Em dikarin bi serbilindî bibêjin ku Kurdistaneke me ya biçûk li Nashville heye."

John Cooper balkişand li ser wê yekê ku Amerîka wê bi hemû hêza xwe piştgiriya Herêma Kurdistanê bike û got, “Em têkoşîna Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê bi nirx dibînin. Em serkeftina Kurdistanê dixwazin."

Nashville, ku eyaleta Tennessee ya Amerîkayê ye, ji ber pirbûna nifûsa Kurdan wek "Kurdistana Piçûk" tê naskirin, bi Hewlêrê re protokola bajarê bira îmze kiribû.