Aktay: AKP ji pêvajoya çareseriyê posman nebûye, êdî Kurd dikarin bêjin ‘Ez Kurdim’
PeyamaKurd – Cîgirê serokê giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê (AKP) yê berê Yasîn Aktay, derbarê serdana Erdogan a Diyarbekirê û nêzîkatiya AKPê ya bo Kurdan de ji Euronewsê re axivî.
Aktay di daxuyaniyên xwe de serdana Erdogan a çend hefte berê bo Diyarbekirê gelekî girîng dibîne û dibêje, li ser mijara bidawîanîna pêvajoya çareseriyê diyar dike, “AKP ti carî ji Pêvajoya Çareseriyê poşman nebûye. Tim dilsoz bû. Kurd êdî dibêjin, ‘ez Kurdim’. Êdî li dibistanan bi fermî perwerdeya kurdî heye. Pirsa Kurd nemaye.”
Yasîn Aktay li ser encam rapirsînan ku kêmbûna dengên AKPê ev demek dirêje nîşan didin jî girêdayî pirsa dûrketina kurdan ji AKPê dibêje, "Bêguman ketin û rabûn çêdibin. Lê hê jî beşeke girîng a hilbijêrên kurd ên dîndar û ne dîndar ligel AKPê ne. Heger qutbûnek hebe jî ti eleqa wê bi kurdan nîne. Sedemên wekî aborî, Covid-19, atmosfera heyî û rêxistinbûnê hene.”
Aktay li ser pirsa ku ji ber tifaqa AKPê bi MHPê re Kurd ji AKPê dûr ketine jî got, “Beriya tifaqa AKP-MHPê û hilbijartinên 7ê Hezîranê gelekî bi dilê HDPê bû, ligel MHPê tifaqê bike. Peyamên êrênî di wê derbarê de hebûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin