Saredarê hilbijartî yê Diyarbekirê: Ger navê Bahçelî lê bikin, em ê jê re bêjin 'Daristana Tahir Elçî'

16 January 2022 17:52 0 dîtin
Saredarê hilbijartî yê Diyarbekirê: Ger navê Bahçelî lê bikin, em ê jê re bêjin 'Daristana Tahir Elçî'

PeyamaKurd – Şaredarê hilbijartî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Selçuk Mizrakli ku li şûna wî parêzgarê bajêr wekî qeyûm hatiye danîn û niha jî li girtîgehê ye, bertek nîşan hewldanên binavkirina daristana Devlet Bahçelî nîşan da û got, yên ku xatirê wan li cem me nebe, daristana wan a xatiratê jî nabe.

Selçuk Mizrakli li ser hesabê medya civakî Twitterê li ser mijarê got: “Dibêjin ew dê li Amedê daristana xatiratê ya Bahçelî çêkin. Yên ku xatirê wan li cem me nebe, daristana wan a xatiratê hîç nabe. Heger tiştekî wisa bikin şitlan biçin jî em ê ji bo bîranîna Tahir Elçî, jê re bibêjin, Daristana Tahir Elçî.”

Ednan Selçuk Mizrakli di hilbijartinên sala 2019ê de ji HDPê bi dengên ji sedî 62yan bûbû ş Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û 19ê Tebaxa 2019an jî ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji erkê xwe hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn

Mizrakli 21ê Cotmeha 2019an jî bi hinceta pêwendiyên ligel PKKê hatibû girtin ku ji wê demê ve girtî ye.