Saredariya Diyarbekirê: Wê baca kêm ji dikandarên xwedî navên Kurdî bê standin
PeyamaKurd- Hevserokên Şaredariya Bajarê a Diyarbakirê, bi nûnerên medyaya Tirkiyeyê re civiyan û behsa xizmetên xwe yên di nav 5 salan de bikin kirin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak bal kişand ser ku qeyûm bûye sedema gelek xirabûnan û ew ê hewl bidin careke din daxwaza xelkê bajêr bi cih bînin û got: “Kargehên ku navên Kurdî hilbijêrin dê kêmtir bacê bidin. Herwiha ji bo berhemên şanoya Kurdî jî em dê careke din konservatuarên bajêr ên Kurdî vekin. Ji bo parastina zimanan jî em dê Rêveberiya Parastin û Pêşxistina Ziman damezrînin.”
Hevserokê Şaredariyê Dogan Hatun jî got ku 8 sal in li Diyarbekirê çalakiyên bi Kurdî nehatine kirin û daxwazeke xelkê ya zêde heye ku festival bêne lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin