Saredariya Diyarbekirê: Walî xwest nivîsên Kurdî yên hisyariyê jê bibin!
PeyamaKurd – Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê li ser ji aliyê hin kesên nenas ve jêbirina nivîsên hişyariya trafîkê yên Kurdî ragihand ku fermana jêbirina wan nivîsan Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu daye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Emrullah Gorduk ve hatiye dayîn de, hate ragihandin ku Walî Murat Zorluoglu bi hinceta ku nivîsên li kolanan ên Kurdî yên ‘Pêşî Peya’ û ‘Hêdî’ yên ligel Tirkî ji bo hişyariya peya û ajokaran hatine nivîsandin li derveyî rêzikên qanûna trafîkê ne, bi nivîsekê xwestiye bên jêbirin.

Gorduk diyar kir tevî ku wan jî bi aliyên pêwendîdar re têkilî daniye û hîn danûstandina nivîskî bi berpirsên walîtiyê re berdewam dikir, şeva borî li hin deverên bajêr nivîsên Kurdî yên ser kolanan hatine jêbirin.
Walî 27ê Tîrmehê ferman daye
Gorduk daye zanîn ku di nivîsa bi îmzeya Parêzgar Murat Zorluoglu ya roja Şemiyê 27ê Tîrmehê de, ferman hatiye dayîn bi hinceta derveyî qanûnên otorêyan e, 28ê Tîrmehê heta demjimêr 21:00 ew nivîs ji kolanan bên jêbirin.
Serra Bucak ravekirin xwest
Hate diyarkirin ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak jî bersiv daye nivîsê û gotiye, nivîsên hişyariyê yên Kurdî li gorî rêzik û qanûnên trafîkê ne û daxwaza bi awayekî vekirî tarîfkirinê ji parêzargiyê kiriye.

Çi bûbû?
Hêjayî gotinê ye, li bajarê Wanê jî çend roj berê ji aliyekî kesekî ve nivîsên hişyariyê yên Kurdî ên ser rêyan hatibûn reşkirin û li şûna wê ‘Tirkiye Tirk e û wê Tirk bimîne’ hatibû nivîsin ku şaredariyê paşê nivîsa Kurdî ji nû ve danîbû.
Li Diyarbekirê jî şeva borî nivîsên Kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” û "Hêdî" ji aliyê grubekê ve hatibûn jêbirin ku nehatibû zanîn bê ew çi kes in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin