Walîtiya Diyarbekirê çalakiya bibîranîna Sêx Seîd û hevalên wî qedexe kir

13 February 2025 14:19 0 dîtin
Walîtiya Diyarbekirê çalakiya bibîranîna Sêx Seîd û hevalên wî qedexe kir

PeyamaKurd –Komeleya Hevkarî, Çand û Perwerdehiyê ya Şêx Seîd, bi boneya salvegera 100emîn a serhildana wî û hevalên wî, xwest ku li Diyarbekirê çalakiyeke bibîranînê ya bi navê “Şeva Bîranîna Lehengên 1925an” pêk bîne. Lê walîtiya Diyarbekirê ev çalakî qedexe kir.

Walîtiya Diyarbekirê îdia kir ku “gelek pêşbînî hene ku ev çalakî dê pergal û ewlehiya giştî bixe bin metirsiyê.” 

Komeleya Hevkarî, Çand û Perwerdehiyê ya Şêx Seîd, ev belgeya walîtiya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.