Li Diyarbekirê li dijî çalakiya dansê êrîsa bi tekbîran hat kirin!

10 June 2024 09:30 0 dîtin
Li Diyarbekirê li dijî çalakiya dansê êrîsa bi tekbîran hat kirin!

PeyamaKurd – Beşdarên dansê yên ku li Diyarbekirê dibistana dansê ya bi navê Swingamed dixwest li qadeke vekirî organîze bike rastî êrîşa komeke ku tekbîr digirtin hatin.

Doh bi şev li Parka Tema ya navçeya navenda Kayapinara Diyarbekirê ji aliyê dibistana taybet a dansê ve çalakiya dansê hat lidarxistin. Komek ji 50 kesî bi qîrîna dirûşmên "Tekbîr-Allah-û Ekber" mudaxeleyî çalakiya dansê kirin.

Du kes birîndar bûn

Li gorî nûçeya Guneydoguekspres.com, di dema êrîşa bi kursiyan de hin kesên di çalakiyê de li gelek cihên çalakiyê birîndar bûne. Li ser agahdarkirinê 112 ekîbên tenduristiyê û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji birîndaran 2 kes bi ambûlansê rakirin nexweşxanê, kesên ku rastî êrîşê hatin giliyê wan kirin.

Li ser agahdarkirinê 112 ekîbên tenduristiyê û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji birîndaran 2 kes bi ambûlansê rakirin nexweşxanê, kesên ku rastî êrîşê hatin giliyê wan kirin.

'Cihê xwe zanibin'

Piştî kêliya êrîşê li ser medyaya civakî belav bû gelek bikarhêneran bertek nîşan dan. Parlamentera DEMê ya Diyarbekirê Adalet Kaya di peyama xwe de êrîş şermezar kir. Kaya got, "Em ji kesên ku li vî bajarî, li vê erdnîgariyê bi xeyala "Hîzbullahê" radizên û bi hêviya ku siyaseta wê bimeşînin re dibêjin, cihê xwe bizanibin! Ji zarok, kuçe û parkên vî gelî dûr bikevin."