Êrîsa çekdarî li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a Diyarbekirê!

25 April 2023 09:30 0 dîtin
Êrîsa çekdarî li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a Diyarbekirê!

PeyamaKurd - Li navçeya Yenîşehîra navenda Diyarbekirê li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk êrîşeke çekdarî çêbû.

Çend roj beriya hilbijartinên dîrokî yên 14ê Gulanê bên kirin, êrîşeke nû li êrîşên li dijî partiyan hat zêdekirin. Piştî ÎYÎ Partî, CHP û AK Partiyê, danê êvarê li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li Navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê ya navendî êrîşeke çekdarî çêbû.

Hevseroka HDPê ya Diyarbekirê Gulîstan Atasoy ji Amîda Haberê re axivî û diyar kir, li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê li dijî Buroya Hilbijartinê ya Jinan a Partiya Çep a Kesk êrîşeke çekdarî pêk hatiye.

'Buroya me ya hilbijartinê hedef hat girtin'

Atasoy da zanîn, di dema êrîşê de li buroya hilbijartinê tu kes tunebû û got, “Êrîş dema ku kes di hundir de nebû çêbû. Buroya me ya hilbijartinê rasterast hedef hat girtin. Niha hevalên me yên parêzer li cihê bûyerê bi polîsan re lêkolînê dikin. Bi vê êrîşê dixwazin kaos û tirsê çêbikin. Dixwazin senaryoyên berê dubare bikin. Ew ne bûyerek kesane ye. Ew çalakiyek organîze ye.”