Li Tûnisê di êrîsa çekdarî ya li dijî Sînagoga Garîbe: 4 kesan can dan û 9 kes jî birîndar bûn

10 May 2023 12:02 0 dîtin
Li Tûnisê di êrîsa çekdarî ya li dijî Sînagoga Garîbe: 4 kesan can dan û 9 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Tûnisê di êrîşa çekdarî ya li dijî Sînagoga Garîbe ya Girava Djerbayê de 4 kesan can dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir a Tûnisê têkildarî êrîşa li Girava Djerba daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşkar cerdevanekî ewlehiyê ye û wiha hat gotin: "Di pevçûna ku dema êrîşkar ji bo xwe bigihîne Sinagoga Garîbe di encama mudaxeleya hêzên ewlehiyê de derket de 2 cerdevan û 2 ziyaretvan jiyana xwe ji dest dan. piştî ku hevalekî xwe kuşt da ku cebilxane bi dest bixe bi armanca êrîşê."

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin êrîşkarê ku bi polîsan re pevçûn derket de hat kuştin, 5 cerdevanên birîndar û 4 ziyaretvan rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Li Sînagoga Garîbe ya ku ji ber mewsima hecê bi hezaran cihû hatin ziyaretkirin xebatên hecê dewam kirin.