Hudaparê êrîsa bi 'tekbîr' a li ser çalakiya dansê parast!
PeyamaKurd – Pêr bi şev li Parka Tema ya navçeya navenda Kayapinara Diyarbekirê ji aliyê dibistana taybet a dansê ve çalakiya dansê hat lidarxistin. Komek ji 50 kesan bi qîrîna dirûşmên "Tekbîr-Allahû Ekber" êrîşî çalakiya dansê kirin.
Wekîlê Hudaparê yê Mêrsînê Faruk Dînç derbarê êrîşê de daxuyanî da û got, "Pêşangeha ku di bin navê çalakiya dansê de li qada giştî ya Diyarbekirê pêk hat û nirxên civakê dike hedef, gelê me bêzar kir û bertekên wan kişand."
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Divê rayedar li dijî van projeyên asîmîlasyonê yên li qadên giştî yên li Diyarbekirê, Bajarê Pêxember û Sehabiyan ku li gorî adet û edetên gelê Kurd nabin, me ji nirxên me dûr dixin, me xera dikin, tedbîrên pêwîst bigirin.
Li hemberî kesên ku li cihên nêzî mizgeftan û li qadên ku zarokên me lê dilîzin û li pişt wan rawestin divê demildest çalakiyên hiqûqî bên kirin.
Civaka me bi destên veşartî tê xerakirin. Lê divê were zanîn ku gelê me tu carî dest ji nirxên xwe yên şaristaniyê bernade.”
Di êrîşa navborî de hin kesên di çalakiyê de ji gelek deverên cuda birîndar bûn. 112 ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Dema birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, kesên rastî êrîşê hatin giliyê wan kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin