Baroya Diyarbekirê, giliyê êrîsa li dijî Amedsporê kir
PeyamaKurd- Rêveberiya Baroya Diyarbekirê ragihand ku wan di derbarê hewila provakasyon û êrîşên alîgirên Bursasporê ku li dijî tîma Amedsporê kirin, gilî kiriye.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di derbarê hewila provakasyon û êrîşên alîgirên Bursasporê ku duh li ber otêla tîma Amedsporê lêbûn, kirin de gilî kiriye.
Rêveberên Baroya Diyarbekirê, ev agahî bi rêya hesabê fermî yê medyaya civakî ragihand û wiha dewam kir:
“Di derbarê hewila provakasyon û êrîşên alîgirên Bursasporê ku duh li ber otêla tîma Amedsporê lêbû, ji ber ku gel teşwîqê kîn û neyartiyê û bi awayekî zelal teşwîqê kêmxistinê dike û ewlehiya giştî bi qestî dike bin metirsiyê, her wiha heqaretê dikin: di derbarê kesên ku bergir dananîne û erka xwe bi xirabî bi kar hanîne de ji bo Serdozgeriya Bursayê, gilî hatiye kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin