Baroya Diyarbekirê êrîsa nijadperestî ya dijî nasname û zimanê Kurdî sermezar kir

10 April 2022 09:58 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê êrîsa nijadperestî ya dijî nasname û zimanê Kurdî sermezar kir

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, êrîşa nijadperestî ya li Konyayê dijî xwendekarên Kurd hatibû kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Çend roj berê li Zanîngeha Karamanoglu Mehmetbey a Konyayê, komek xwendekarên Kurd ji ber muzîka kurdî guhdar kiribûn û govend gerandibûn, 31ê Adara 2022yan ji aliyê komek nijadperestên Tirk ve ên bi navê ‘Ulkuciyên Karamanoglu Mehmetbey’ ve rastî êrîşê hatibûn.

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Diyarbekirê derbarê wê bûyerê de daxuyanî da û ragihand, “Em êrîşa dijî nasname û zimanê kurdî ya nijadperestî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nûçeyên medyayê de derketiye holê ku xwendekarên Kurd ji ber nasname û zimanê xwe yê Kurdî rastî êrîşê hatine û ew êrîşên bi wî rengî yên nefretê û cudaxwazî bandoreke neyînî li ser kesên rastî êrîşê hatine dike.

Herwiha hat gotin ku polîtîkayên cudaxwazî û zimanê tundiyê ku ji ber hêzên ewlekariyê berpirsiyariyên xwe bicih nayînin û herwiha bêcezabûn bandoreke erênî li ser pêkanîna êrîşên nijadperestî dike.

Baroya Diyarbekirê banga lêpirsînê bo wê êrîşê kir û ragihand, ew dê proseya darazê ji nêzîk ve bişopînin.