Li dijî Baroya Diyarbekirê lêpirsîna daxuyaniya êrîsa Zaxoyê hat destpêkirin

22 July 2022 15:30 0 dîtin
Li dijî Baroya Diyarbekirê lêpirsîna daxuyaniya êrîsa Zaxoyê hat destpêkirin

PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê ku piştî êrîşa artêşa Tirk a ser gundê Perexê yê Zaxoyê ku 9 geştiyarên sivîl hatin kuştin, bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kiribû û daxwaza lêkolîn û lêpirsînê anîbû ziman.

Li daxuyaniya Baroya Diyarbekirê aliyên nijdarperest û nêzîkî hikûmeta Tirkiyê, li ser medya civakî û bi daxuyaniyan êrîşî Baroyê kirin ku baroyê jî ragihandiye, “Baroya Diyarbekirê li hember gefan serî natewîne.”

Li aliyê din îro 22yê Tîrmehê hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê li dijî Baroya Diyarbekirê ji ber daxuyaniya ser êrîşa Zaxoyê lêpirsîn daye destpêkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, pêşî nivîskarê rojnameya nêzîkî AKPê Yeni Şafakê Ibrahim Karagul du roj berê li ser Twîtterê ji bo Baroya Diyarbekirê gotibû: “Derbarê hemû rêveberên Baroya Diyarbekirê de bi hinceta gefa ewlehiya welat divê lêpirsîn bê destpêkirin. Bi heman zimanê rêxistinên terorê yên girêdayî îstîxbarata Îranê û PKKê êrîşî Tirkiyê kirin.”

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Eren bi peyama Serokê berê yê baroyê Tahir Elçi ku hatibû qetilkirin got: “Dîsa hedef girtin û dîsa gefên darizandinê…wiha xuyaye divê her carê em bi bîr bixin, em li cihê  serokê xwe yê heta hetayî TAHIR ELÇÎ ne. Baroya Diyarbekirê ji salên 1990an û heta niha li ber serkirde û bavikên we yên alîgirên JITEMê serî netewandiye, ma wê ji we bitirse.”