Baroya Diyarbekirê: Polîtîkayên rejima zordar ên Îranê bi awayekî sîstematîk dijî jinan tawan in

17 September 2022 14:44 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê: Polîtîkayên rejima zordar ên Îranê bi awayekî sîstematîk dijî jinan tawan in

PeyamaKurd – Navenda Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê eşkere kir, kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê encama midaxele û tûndûtîjiya dewleta serdest a mêr ji bo şêwazê jiyana jinan e û ew kesên berpirsyar şermezar dikin.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Diyarbekirê do 16ê Îlona 2022ê li ser hesabê xwe yê twîtterê derbarê kuştina keça Kurd Jina Emînî ya ku li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin û ji ber îşkenceyê can dabû daxuyaniyek belav kir.

Baroya Diyarbekirê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Polîtîkayên rejima zordar ên Îranê bi awayekî sîstematîk dijî jinan tawan in û hem îşkencê û hem jî cûdakariyê li xwe digrin. Jinên li Îranê jî li beramber vê sîstemê têdikoşîn û em piştgiriyê didin vê têkoşîna wan. Ji bo hemû jinan û xizmên Jîna Emînî (Mahsa Amînî) sersaxiyê dixwazin.”