Baroya Diyarbekirê êrîsa nijadperestî ya ser karkerên Kurd sermezar kir

03 April 2023 18:53 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê êrîsa nijadperestî ya ser karkerên Kurd sermezar kir

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê derbarê êrîşa doh 2yê Nîsanê li navçeya Bodrum a bajarê Mugla yê Tirkiyeyê de ku ji ber axaftina Kurdî 3 karkerên Kurd rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn, daxuyanî da.

Baroya Diyarbekirê, êrîşa ser karkerên Kurd şermezar kir û ragihand ku ew jê haydar bûne ku 3 karkerên Kurd bi hinceta axaftina Kurdî rastî êrîşa fizîkî û devkî hatine û da zanîn, kesên êrîş kirine piştî îfadeyên wan hatine berdan.

Di daxuyaniya baroyê de, hat bibîrxistin ku gelek caran ji ber nasnameya Kurd û zimanê Kurdî, Kurd rastî êrîşên nefretê û fizîkî tên û ew her cûre polîtîka û kirinên zemîna van êrîşên nijadperestî çêdikin, red dikin.

Baroya Diyarbekirê daxwaza lêpirsîneke bilez û cezakirina êrîşkaran li erkên darazê kir û ragihand, ew Baroya Muglayê wê pêvajoya hiqûqî ya li ser mijarê bişopîne.