Karkerên Kurd bi hinceta ku bi Kurdî diaxivin rastî êrîsa nijadperestî hatin

03 April 2023 10:03 0 dîtin
Karkerên Kurd bi hinceta ku bi Kurdî diaxivin rastî êrîsa nijadperestî hatin

PeyamaKurd – Hat ragihandin, li navçeya Bodrûm a Mûglayê 3 karkerên Kurd bi hinceta ku bi Kurdî diaxivin rastî êrîşa nijadperestî ya komekê hatin.

Bûyer do li Taxa Turgutreîsê ya navçeya Bodrûm a Mûglayê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, Mehmet Şakir Balta û 2 apê wî yên ku 20 roj berê ji bo kar ji navçeya Kurtalan a Sêrtê çûne Bodrûmê, bi hinceta ku li înşaetê bi Kurdî axivîne rastî êrîşa nijadperestî ya komeke qelebalix hatin.

Balta diyar kir, ew tesîsên elektrîkê çêdikin û ji ber ku di nav xwe de bi Kurdî diaxivîn ew bûn armanca van kesên ku li heman cihî dixebitin.

Balta got, “Ji ber ku em li qehwexaneya înşaetê bi Kurdî diaxivîn, ewil qîriyan. Piştre bi hejmareke zêde êrîşî me kirin. Di destên wan de tiving, sator û hesin hebûn.”