Li Mêrsînê Zimanê Kurdî bu hinceta sirgûnkirinê
PeyamaKurd-Li bajarê Mêrsînê ya Tirkiyeyê, mamosteyê Zimanê Tirkî Hudaî Morsumbul, bi hinceta ku zarokan teşwîqê dersên hilbijartî yên Zazakî û Kurmancî kirine, 2 doz lê hatin vekirin û bi vê hincetê jî hat sirgûnkirin.
Hudai Morsumbul ê ku li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê mamostetiya xwe dikir, bi hinceta ku bi zarokan re bi Kurdî diaxive û agahiyên li ser Kurdî dide, hat sizadan. Li gorî nûçeya K24ê; 7 meh in li ser Morsumbul lêkolîn tê kirin. Li gorî gotina mamosteyê sirgunkirî; ji ber ku wî di dersê de gotiye ‘ez jî Kurdê Elewî me’ ev jî bûye sedema lêkolînê.
Hudai Morsumbul dibêje ku danasîna Selahadîn Eyûbî ya bi xwendekaran jî wekî sûc hatiye dîtin û bi tometa “Lêkolîna fermandarên Kurd dike” ketiye nav dosyeya lêkolînê. Mamosteyê ku bi dayîna mînakên Zimanê Kurdî hatiye sirgunkirin, dide zanîn ku ew li ser Zimanê Kurdî xebatan dike û dixwaze ji îro pê ve mamostetiya Zimanê Kurdî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin