Neteweyên Yekbûyî: Mafê perwerdehiya zimanê Kurdî li Efrînê mafekî mirovan e
PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq, di daxuyaniyekê de tekez kir ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e, piştî ku raporên derbarê derxistina zimanê Kurdî ji mufredata xwendinê ya li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatin weşandin.
Di konfêranseke rojnamevanî de li New Yorkê, rojnamevanê Rûdawê Namo Abdullah pirsek li ser van raporan ji Heq kir. Heq di bersiva xwe de diyar kir ku her çend Neteweyên Yekbûyî nikaribe van agahiyan rasterast piştrast bike jî, ew ji "raporên medyayê yên li ser vê mijarê haydar in."
Heq helwêsta NYyê bi zelalî anî ziman û got, "Sekreterê Giştî bi tundî bawer dike ku mafê mirovan li her derê heye ku bi zimanên ku dixwazin biaxivin, bi wan zimanan perwerde bibin û hemî zimanên cûda yên li herêmên ku lê dijîn fêr bibin." Wî her wiha bang kir ku "mafên bingehîn ên zimanî yên mirovan têne parastin."
Cîgirê Berdevkê NYyê destnîşan kir ku azadiya ziman ne tenê mafekî herêmî, lê mafekî gerdûnî ye, û tekez kir ku saziya navneteweyî di vê mijarê de bi "hesasiyet" tevdigere.
Li gorî agahiyên berdest, beriya ku Efrîn di sala 2018an de bikeve bin kontrola komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê, zimanê Kurdî di mifredata fermî ya perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de cih digirt. Lêbelê, ji hingê ve, rapor dibêjin ku perwerdehiya Kurdî tenê "sembolîk" maye û zext li ser mamoste û xwendekarên Kurd zêde bûye. Ev rewş bûye sedema nîgeraniyên kûr di nav civata Kurd û rêxistinên mafên mirovan de li ser paşeroja ziman û çanda Kurdî li Efrînê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin