Civîna Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan, dest pê kir

12 September 2022 16:32 0 dîtin
Civîna Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan, dest pê kir

PeyamaKurd- Civata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bi rûniştina xwe ya 51an, li Cenevreyê dest pê kir.

Di derbarê civînê de ji aliyê rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat ragihandin ku rûniştina 51an a civatê, dê bi serokatiya Nûnerê Daîmî yê Arjantînê Federico Villegas were rêvebirin û dê ev rûniştin heta 7ê Cotmehê berdewam be.

Hat zanîn ku di civatê de dê ji 80yî zêdetir raport werin nirxandin û nêzîkî 10 raportan jî dê bi awayê devkî werin pêşkêşkirin.

Di rûniştina ku bi beşdariya nûnerên 30 welatan rewş bên nirxandin de hat zanîn ku dê rewşên Suriye, Sri Lanka, Etiyopya û Myanmarê yên mirovî û aborî werin guftûgokirin.

Hat diyarkirin ku dê Ukrayna jî di komîsyona lêkolînê de rewşa dawî ya li welêt bi awayê raportê pêşkêşî civatê bike.