5 kes bi hinceta ku govenda Kurdî li dawetekê gerandine hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Osmaniyeyê berpiersên DEM Partiyê jî di nav de 5 kes bi hinceta li dawetekê govenda Kurdî gerandiye hatin desteserkirin.
Hate zanîn ku îro li demjimêrên sibehê polîsan li navenda bajarê Osmaniyeyê bi ser çend malan de girt.
Hevserokên DEM Partiyê yên Osmaniyeyê Sevgî Aydin û Faruk Kahraman û Rêvebirê DEM Partiyê Hakan Kahraman û du welatiyên din ku navên wan nehatiye zanîn hatin desteserkirin.
Hate gotin ku ew kes bi hinceta ku wan di dawetekê de li ber stranên Kurdî govend gerandiye û otomobîlên xwe jî bi flama û rengên kesk û sor û zer xemilandine hatine desteserkirin. 5 kesên hatine binçavkirin birine Navenda Asayîşê ya bajarê Osmaniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin