Zanîngeha Artuklu bi hinceta stranên Kurdî salona xwe neda Pervîn Çakar
PeyamaKurd – Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, daxwaza Sopranoya Kurd Pervîn Çakar a dayîna cihê konserê pêşî êrênî pêşwazî kir, piştre jî ji ber hebûna stranên Kurdî cih ji bo konserê neda.
Hunermenda Kurd a navdar Pervîn Çakar ragihand ku li Mêrdînê salona konserê nedane wê, ji ber ku stranên Kurdî di repertuwara wê de hebûne û li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Me daxwazname ji salona konserê ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê re nivîsand ku di meha Gulanê de konserekê bidin. Rektor pir erênî bû. Paşê repertuwara konserê ji min xwestin. Ji ber ku di repertuwara min de berhemên kurdî hene, salona konserê nedan min. Gelekî xemgînim ku nikarim li bajarê xwe konserekê bidim.”
Parlamentarê berê û rêveberê AKPê Abdurrahman Kurt jî piştevaniya hunermend Pervîn Çakar kir û nerazîbûna xwe nîşan da.
Abdurrahman Kurt li ser twîta Pervîn Çakar got: “Mixabin Pervîn xanim helwesteke neçaverêkirî bû, em jî matmayî û dilgiran bûn, tevî hemû hewldanan em jî rûbirûyî dijwariyekê bûn, lê emê bi ser bikevin, bê xem be.”
Hêjayî gotinê ye, di nav çend mehên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek bername û konserên hunermendên Kurd têne qedexekirin û deshilatdariya AKPê jî ji bilî çend parlamentar û rêveberan ji van kiryaran re bêdeng dimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin