Besa Kurdî ya Zanîngeha Wanê ji bo masterê li xwendekaran digere
PeyamaKurd - Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ragihand ku ew ê ji bo beşa lîsansa bilind a bi tez a Kurdî 9 xwendekar û ji bo beşa lîsansa bilind a bê tez a Kurdî jî 15 xwendekaran werbigirin.
Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji bo heyama sala 2024-2025an 9 xwendekarên beşa lîsansa bilind a bitez a Kurdî werdigre ku divê 6 welatiyên Tirkiyeyê bin û 3 xwendekar jî divê welatiyên welatekî din bin.
Herwiha ji bo beşa lîsansa bilind a bêtez a Kurdî jî 15 xwendekar têne wergirtin.
Her kesê ku beşeke lîsansê ya 4 salî qedandibe û ji ezmûna lîsansa bilind (ALES) 55 puan wergirtine divê ji 19ê Tebaxê heta 31ê Tebaxa 2024an serî li zanîngehê bide.
5ê Îlona 2024an encam têne ragihandin û kesên serkeftî divê di navbera 5 û 10ê Îlonê de navên xwe li zanîngehê tomar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin