Li Zanîngeha Artuklu besa doktorayê ya Kurdî vebû

17 April 2022 16:23 0 dîtin
Li Zanîngeha Artuklu besa doktorayê ya Kurdî vebû

PeyamaKurd – Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê di bin banê Enstîtuya Zimanên Zindî de, beşa doktorayê ya bi Kurdî hat vekirin.

Lijneya Perwerdehiya Bilind a Tirkiyê (YOK) bi nivîseke fermî ragihand ku biryar hatiye dayîn li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê di bin banê Enstîtuya Zimanên Zindî de, ji bo beşên Ziman û Çanda Kurdî û Erebî bernameya doktoroyê were vekirin.

Hat zanîn ku ew biryara YOKê di civîna 22yê Adara 2022yan de hatiye wergirtin û ji îsal pê de xwendekarên beşa zimanê Kurdî dikarin ji bo doktorayê serî lê bidin.

Enstîtuya Zimanên Zindî ji sala 2012an ve perwerdehiya kurdî ya bi tez û bê tez dide ku heta niha bi sedan mamosteyên Kurdî ji wan beşan mezûn bûne, lê belê piraniya wan nehatine tayîn kirin.