Zanîngeha Artukluyê biryar da ku besa Kurdolojiyê bê girtin

15 August 2019 13:22 0 dîtin
Zanîngeha Artukluyê biryar da ku besa Kurdolojiyê bê girtin

PeyamaKurd –Senatoya Zanîngeha Mardin Artukluyê (MAU) biryar da ku Enstîtuya Zimanên Zindî ku beşa Ziman û Edebiyata Kurdî (Kurdolojiî) jî di nav de ye bigire. Biryar bi 17 dengan ‘Êrê’ û 7 dengên ‘Na’ hat wergirtin û bo Saziya Perwerdeya Bilind (YOK) hat şandin.

Mamosteyê Zanîngehê ku bi biryara di hikmê qanûnê de (KHK) hatiye îxrackirin Selim Temo, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Senatoya Zanîngeha Mardin Artukluyê (MAU) biryar da ku Enstîtuya Zimanên Zindî ku Kurdî jî di nav de ye bigire.

Selim Temo da zanîn ku biryara girtinê bi 17 dengan ‘Êrê’ û 7 dengên ‘Na’ hat wergirtin û bo Saziya Perwerdeya Bilind (YOK) hatiye şandin.

Hêjayî gotinê ye ku Enstîtuya Zimanên Zindî (Yaşayan Diller Enstitusu) ya Zanko Mardin Arûklûyê di sala 2009an de vebuye ku beşa Kurdî jî di bin banê vê enstîtûyê de kar dike. Ji bilî Kurdî di bin banê enstîtûyê bi zimanê Erebî û Suryankî jî xebat têne meşandin.

Herî dawî du heftê berê Enstîtuya Zimanên Zindî ragihandibû ku ji bo sala dahatuyê ( 2019-2020) bo beşa zimanê Kurdî bo masterê an ku lîsansa bilind wê 65 xwendevanan bigre.