Fransa biryara girtina Besar Esed derxist
PeyamaKurd - Fransayê ji bo girtina Serokê Sûriyeyê Beşar Esed biryara navdewletî derxist.
Li gorî medyaya Fransî, dadgeha Fransayê biryara girtina Beşar Esed û 3 fermandarên leşkerî yên Sûriyeyê derxistiye.
Li gel Esed biryara girtinê ji bo Mahir Esed birayê Beşar Esed, general Xasan Ebas û Besam Hesen hatiye derxistin.
Medyaya Fransî aşkere kiriye ku, Beşar Esed û her sê fermandarên din bi tawanên şer û bikaranîna çekên kîmawî li dijî xelkê wî welatî tên tohmetbarkirin.
Beşar Esed ji ber ku di êrişên Tabaxa 2013an de çekên kimyewî bikaraniye û di encamê de ji zêdetirî hezar û 400 kesî li nêzikî Şamê hatine kuştin tê tawanbar kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin