Besar Esed biryara kirîna leskeriya bi pere derxist
PeyamaKurd - Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed îro 8ê Mijdarê biryarnameyek derbarê yasaya leşkeriyê de derxist ku di yasayê de hin guhertin têne kirin.
Li gorî biryarnameyê bendeke yasaya leşkeriyê hatiye sererastkirin ku rê dide kesên nexwazin biçin leşkeriyê dikarin pere bidin û berdêla neçûna leşkeriyê jî bi nirxê pereyê Sûrî bi qasî 3 dolarên Amerîkî ye.
Herwiha leşkerên ku niha leşeriyê dikin jî dikarin sûdê ji benda leşkeriya bi pere werbigrin.
Welatiyên li derveyî Sûriyê dimînin jî dikarin li şûna leşkeriyê pereyan bidin ku şertên wê wiha hatine diyarkirin:
- Kesê 4 salan li derve ye, wê 7 hezar dolar bide.
- Kesê ku 3 salan li derve ye, wê 8 dezar dolar bide.
- Kesê ku 2 salan li derve ye wê bi 9 hezar dolar bide
- Kesê ku 1 sal li derve ye jî wê 10 hezar dolar bide û leşkeriya xwe bikire û neçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin