‘Li demeke nêzîk Zanîngeha Pekîn besa Kurdî vedike’

29 September 2019 19:47 0 dîtin
‘Li demeke nêzîk Zanîngeha Pekîn besa Kurdî vedike’

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Brazanî îro Yekşemê li Hewlêrê bi Konsûlê Giştî yê Çîna Millî yê Herêma Kurdistanê Nî Ruçî re civiya.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, li ser pêşxistina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de, gotûbêj hate kirin û Konsûlê Çîna Millî bal kişand ser wê yekê ku welatê wî bi girîngî ve li Herêma Kurdistanê dinêre û hewil dide kompanîyayên Çînî jî weberhînanê li Herêma Kurditanê  bikin.

Konsûlê Çînê got ku li van nêzîkan pişka zimanê Çînî li zankoya Selahedîn li Hewlêrê tê vekirin û pişka zimanê Kurdî jî li zankoya Pekînê tê vekirin.

Herwiha Konsûlê Çîna Millî tekez li ser wê yekê kir ku ew projeyên stratejîk yên rêkkeftin li ser hatine kirin ji encama serdana vê dawîyê ya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ye.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê spasîya welatê Çînê kir bo giringîdana wê bi Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina peywendîyan di navbera herdu alîyan de.