Zelenskî: Pûtîn dê demeke nêzîk bimire

27 March 2025 15:14 0 dîtin
Zelenskî: Pûtîn dê demeke nêzîk bimire

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî daxuyaniyeke balkêş da û îdia kir ku ew di wê baweriyê de ye ku jiyana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn demek nêzîk dê bimire û ev yek şerê ku berdewam dike, dê diyar bike.

Zelenskî ji Eurovision Newsê re axivî û bal kêşa ser hevdîtinên di navbera Amerîka û Rûsyayê de û got ku pir girîng e ku Amerîka alîkariya Pûtîn neke ku ji tecrîda cîhanî derkeve.

Zelenskî got ku bandora Pûtin li ser civaka Rûsyayê û şiyana wî ya şer zêde dirêj nake û ev yek ne tenê ji ber bêîstîqrariya navxweyî ye, lê ji ber temenê Pûtîn e jî.

Wî got ku Pûtîn ji mirinê ditirse û weha pê de çû: 

“Ew ê demeke nêz bimire, rastî ev e. Wê her tişt biqede.”

Zelenskî bang li hevalbendên rojavayî yên Ûkraynayê kir ku tole û fişarên li ser Rûsyayê zêde bikin û got ku kiryarên bi vî rengî dê bibin sedema bêîstiqrariya civakî li wî welatî.

Wî anî zimên, 

“Eger hevkarên Rojavayî bixwazin hêza xwe ya rast nîşan bidin, ne hêza xwe ya super û zextê li Pûtîn bikin, dê di civaka Rûsyayê de bêîstîqrarî çêbibe.

Serokê Ûkraynayê destnîşan kir ku Pûtîn dixwaze heta mirina xwe li ser desthilatdariyê bimîne û got ku dê Rûsya tenê bi Ûkraynayê re sînordar nemîne.

Îdîayên ku lîderê Rûs ê 72 salî pê re nexweşiya penceşêr û nexweşiya parkînsonê heye ev demek in ku di rojevê de ne.