Pûtîn: DYA li nêzîkî sînorê me hebûna xwe ya leskerî zêde dike

11 September 2024 14:26 0 dîtin
Pûtîn: DYA li nêzîkî sînorê me hebûna xwe ya leskerî zêde dike

PeyamaKurd - Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi video-konferansê beşdarî rahênana stratejîk a deryayî ya Ocean-2024an bû û ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hebûna xwe ya leşkerî ya li nêzîkî sînorên rojavayê Rûsyayê zêde dike.

Pûtîn angaşt ku DYA hewl dide raseriya leşkerî bi dest bixe û bi vî rengî hevsengiya hêzê ya heyî bişkîne û pêşbirka çekan provoke bike.

Putin got, “DYA bi kiryarên xwe yên hêrişkar, hewl dide avantajeke leşkerî ya berbiçav bi dest bixe û bi vî awayî endezyariya ewlehiyê ya heyî û hevsengiya hêzê ya li herêma Asyaya Pasîfîkê bişkîne.”

“DYA mercên xeternak diafirîne”

Pûtîn anî ziman ku Washington li Ewropa û herêma Asyaya Pasîfîkê mercên xeternak û qeyranan diafirîne û bi taybetî plan dike ku mûşekên menzîl navîn û menzîl kurt li wir bi cih bike.

Pûtîn wiha dom kir: "DYA û Ewropa her wiha bi hinceta rûbirûbûna gefên Rûsya û Çînê, xwe amade dikin ku sîstemên mûşekî yên pêşketî veguhezin van herêman. DYA û peykên wê, bi hinceta goya li hember gefên heyî yên Rûsya û Çînê, hebûna xwe ya leşkerî li nêzîkî sînorên rojavayê Rûsyayê yên li Arktik û herêma Asyaya Pasîfîkê zêde dikin. Pêwîst e welatî ji bo pûçkirina egera her hêrişên leşkerî yên ji her alî ve amade bin."