Pûtîn: Em ê li ser sînorê Fînlandiyayê qereqoleke leskerî ava bikin
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn destnîşan kir ku endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê bêwate ye û da zanîn ku ew ê li ser sînorê Fînlandiyayê hêzeke leşkerî ava bikin.
Pûtîn ji medyaya fermî ya Rûsyayê re axivî û diyar kir ku Rûsya ji şerê nukleerî re amade ye, lê heta niha pêwîstî bi vê yekê nîne.
Pûtîn diyar kir, "Eger Amerîka ceribandina nukleerî bike, wê Rûsya jî heman tiştî bike."
Pûtîn herwiha gefa bikaranîna çekên nukleerî xwar ku eger êrîş li Rûsyayê were kirin.
Pûtîn derbarê hilbijartinên Amerîkayê de jî wiha got: "Me mudaxeleyî hilbijartinên tu welatekî nekir. Em ê bi serokê hilbijartî yê Amerîkayê re xebatên xwe bidomînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin